Cara pêşî, bîst û pênc sal berê, fikra vê pirtûkê li cem min peyda bû. Hingê dê bibûya gereke wêneyî, di nav dimeneke xwezayî ya şahane ya dirêj û lihevkirî de. Di destpêkê de wêne girîng bû, dê tu tekst tunebûya. Lê paşê ez fikirîm ku divê piçek tekst hebe lê ji min re zehmet dihat ku ez ji wêneyan re tekstê binivîsînim, ji tekstan re çêkirina wêneyan hêsantir bû. Loma jî ew pirtûk wisa ma. Cihê wê Findo û Mam Mendoyî û çîrokên mayîn dagirt û bi salan bi baldarîyeke mezin hatin şopandin. Li cem min demeke dirêj mayîn û cazîbeya vê fikrê wêne ne, wêne behsa bûyerê dike û pir balkêş in. Gelek tişt dikarin biqewimin bêyî ku meriv tiştekî îzeh bike. Min xwest ku ez wêneyên mezin û gelek bi detay çêbikim ku ez bikaribim xwe bi kurahîya wêneyan re demeke dirêj mijûl bikim. Ji xwe tiştê ku di mijûlahîya wênêçêkirinê de meriv têr dike ew konsentrasyon û xwe ji dunyayê îzolekirin e. Nêzî sal û nîvekê ez li ser vê pirtûkê xebitîm. Min guherandinên mezin di nimûneya orîjinal a pêşî de nekirin. Min xwest ez ew fikrên spontaneyên pêşî bihêlim bêyî ku li ser bihizirim an jî tiştekî lê zêde bikim. Bawerîya min bêhtir bi tiştên spontan tê ku qîmeta wan dikare jê yê hizirkirî an jî guherandî zêdetir be. Tekst divîyabû heta dereceyekê ji wêneyan serbixwe bibûya ku zarok bêyî tekstê jî bikaribûya ji pirtûkê hez bikira. Pirtûk behsa birayekî biçûk dike ku xuşka wî winda bûye. Ji bo ku bikaribe li cihên rast li wê bigere divê ew zanibe ka xuşk bi çi awayî dihizire û dixwaze çi bike. Ew divê wê baş binase heta ku bikaribe wê bibîne. Û di dema lêgerînê de tiştên ku berê qewimîne tên bîra wî, bi wî awayî em xuşkê dinasin herçiqas ku ew di her rûpelên vekirî de tenê mîna niqteyeke biçûk dixuye. Ev cara pêşî ye ku min çêkirina wêneyan berî nivîsîna tekstê ceribandîye. Sven Nordqvist