Kurdinkielisen romaanin teemana on Osmanien valtakunnassa eli nykyisessä Turkissa vuonna 1915 toteutettu useiden satojen tuhansien armenialaisten kuolemaan johtanut joukkotuho, jota kutsutaan myös armenialaisten kansanmurhaksi.
Bavê Nazê, di Xewna Bi Hêvî de, demûçaxa qirkirina Ermenan wekî dema esasî dike romana xwe. Û di vê demê de, qilopilo û fenekiyên dewleta Osmanî ku dixwaze hemû Kurdan, bi taybetî yên li herêma Cizîra Botan di vê qirkirinê de çalak bike, ji hêlekê ve dixe mijara romana xwe. Ji hêla din ve jî, hin axa, beg, serokesîr û mîrên ku hisyar in di warê fenekîyên Osmanîyan de û naxwazin bibin leskerê 'Siwarên Hemidîyê' û 'Kirîv' ên xwe bikujin. Û li hember vê xweragirîya mîr û serokesîrên Kurdan, hewldanên dewleta Osmanî ku ji bo pêkanîna mebesta xwe, li ser dînê Îslamê dixwaze poç û serê serok û giregirên Kurdan li hev bixe. Û Qedrîyaya ku wekî jina duyem çûye ba 'Egîd axa û ji bo ku jê zarok jê re çêbibe û li hember 'Egîd axa, 'rûmeta' jintîya xwe xelas bike, berê xwe dide kanîyeke din û xwe pê dide avdan; û dawîya wê û ya pitikê wê yê trajîk. Û digel wê jî, çîroka evîna mirzanekirî ya keça axa Sêvê û Hosta Rezo tê (ve)gotin.